Tanrikulu: Ne 9 sal 90 sal jî derbas bibe, wê hesab bidin!

Tanrikulu: Ne 9 sal 90 sal jî derbas bibe, wê hesab bidin!

PeyamaKurd - Parlamenterê Kurd yê ji Partiya Komariya Gel (CHP) Sezgîn Tanrikûlû, di salvegera 9an a komkujiya Roboskê de ku şeva 28ê Kanûna 2011an bi bombebarana balafirên Tirk 34 kes hatibûn qetilkirin, peyamek belav kir.

Tanrikulu di peyama xwe de dibêje, “Ne 9 sal 90 sal jî derbas bibe wê berpirsiyar hesab bidin.” 

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê û Cîgirê Serokê Komîsyona Mafê Mirovan a Parlamena Tirkiyê Sezgîn Tanrikûlû, di peyama xwe de tevî karvedanên wê kite bi kite komkujiya Roboskiyê bibîr xist û wiha got ku ew li kêleka malbatên Roboskî ku li edaletê digerin e,

Tanrikûlû got: “Em nebînin jî wê zarokên me, zarokên me nebînin jî wê neviyên me hesabê komkujiya Roboskî bipirsin. Ne 9 sal 90 sal jî derbas bibe ew ê berpirsiyar wê hesab bidin.” 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin