Deutsche Bank 6 hezar karkerên xwe ji kar derdixe

Deutsche Bank 6 hezar karkerên xwe ji kar derdixe

PeyamaKurd- Banka ya herî mezin ya Almanyayê Deutsche Bank di çarçoveya tedbîrên aborî de 6 hezar karkerên xwe ji kar derxist û got ku dê 300 şû’beyên xwe bigre. Ev tevgera bankê tenê ku bo maliyeta bankayê û mesrefên wê kêm bike, dike. Serokê beşa muşteriyan yê bankayê Manfred Knof got ku berê van tedbîrên xwe plan kirine û wê 600 mîlyon Euro tesarufa xwe heya sala 2022an derxe asta 1 mîlyar Euroyî.

Knof, ragihand ku di çarçoveya kêmkirina mesrefan de, banka Postbankê ku ew jî ya Deutsche Bankê ye, wê şu’beyên xwe kêm bike û bi vê tedbîrê 200 mîlyon Euro fêde bike.

Li gor tedbîrên bankayê ku niha 91 hezar xebatkarên wê hene, wê heya sala 2022yan 18 heza karmendên xwe ji kar dirxe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin