Li Rûsyayê testa derziya koronayê li ser ajalan dest pê kir

Li Rûsyayê testa derziya koronayê li ser ajalan dest pê kir

PeyamaKurd – Bi belavbûna û zêdebûna metirsiya nexweşîna vîrusa koronaya nû Covid19 re, zanyarên gelek welatan ketin nav liv û tevgera lêkolînên çêkirina derziya wê nexweşînê.

Heta niha bêhtirî 10 hezar kesan li seranser dinyayê ji covid19 can daye û hejmara kesên pê ketine jî gihîştiye 250 hezar kesan.

Piştî Amerîka, Almanya û Îsraîlê ji Rûsyayê jî nûçeya destpêkirina testên derziya koronayê hat.

Zanyarên Rûsî ku li Saziya Tenduristiya Mirovan (Rospotrebnadzor) li ser dermanê vîrusa korona dixebitin ragihandin ku wan li taqîgeheke (laboratuar) Sibiryayê li ser ajalan testên derziya nimuneyî bo covid19 dane destpêkirin.

Zanyar hêvî dikin ku di nav 3 mehên sala 2020an de encamên wê derziyê derkevin holê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin