Analîz/Ku qanûn derkeve, çend kes wê teqawît bibin!
PeyamaKurd- Li Tirkiyê ku qanûna teqawîtbûnê ya ji bo kesên ku li salan aliqîne derkeve, çend kes wê teqawît bibin. Ji bo maliyê mesrefa wan çi qas e?
Di derbarê “qanûna teqawîtbûnê ya ji bo kesên ku li salan aliqîne” de her kes tiştekî dibêje. Hukûmet û alîgirên wê, li dijî vê qanûnê derdikevin. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li dijî vê qanûnê derket û got em bi tu şeklan qebûl nakin. Hevkarê hukûmetê partiya MHPê jî teklîfa xwe cemidand.
Ji bo kesên ku di berî Êlûna 1999an de sîgorta xwe çêkirine û 5000 rojan xebitîbin, piştî 25 salan dikarin teqawît bibin. Lê belê piştî ku hukûmeta îro hat, ew qanûn hate rakirin. Êdî ji wê rojê heta niha ev qanûn tê nîqaşkirin. Lewra li gorî qanûnê, mafên hatine bidestxitin, bi paş de nayê standin.
Pisporê ewlehiya civakî Ozgûr Erdursun, di derbarê mijarê de axivî û got ku heke ev qanûn derkeve jî, wekî ku tê îddakirin, 4 mîlyon kes teqawît nabin. Herî zêde bi qasî 700 hezar kesî wê teqawît bibin.
Erdursun wiha dewam kir: “Wekî kê tê îddakirin mesrefa wan jî salê, ne 26 mîlyar TL. ye. Tenê bi qasî 8-10 mîlyar TL.yî ye.
Ji bo kesên ku li hêviya teqawîtbûnê ne, rojên tarî xuya dikin…
Berî dîroka 08.09.1999an kesekî dizanîbû ku wê kengî teqawît bibe û piştî teqawîtbûnê, wê çi qas meaşî bistîne. Lê ji bo kesên piştî vê dîrokê teqawît bûne, rojên tarî xuya dikin. Êdî ji wan re tê gotin ku me dîroka teqawîtbûna we guhert. Êdî hûn ê di dîroka ku em dixwazin de teqawît bibin. Yanî di dema ku leyîskê dewam dikir de, qaîdeyê leyîskê hatin guhertin. Êdî ev guhertin jî bi qanûnê hatin kirin.