Çîn ji Herêma Kurdistanê petrolê dikire
PeyamaKurd – Ajansa Bloomberg ragihand ku bazirganên Çînê ji ber erzanbûna petrola Kurdistanê li gor bazarên din ên cîhanê, berê xwe dane petrola Kurdistanê û dikirin.
Li gorî nûçeyê 4 bazirganên petrolê ku nexwestine navên xwe eşkere gotine ku çar parzûngehên Çînê petrola Kurdistanê kirîne ku dê petrola xam a Kurdistanê vê mehê û meha pêşiya me bigihe wan parzûngehên Çînê.
Hat diyar kirin ku li gor amarên veguhestina deryayî, di nîvê yekem a îsal de parzûngehên Çînî 3 barên petrolê ji Herêma Kurdistanê kirîne.
Wekî sedema kirîna petrola Kurdistanê pêşketina parzûngehên li Asyayê û Çînê têne nîşandan ku dikarin petrola xav a nîvgiran baştir parzûn bikin û taybetmendiyên petrola Kurdistanê nêzîkî wê asta parzûnkirinê ye.
Ji ber vê jî tê diyarkirin ku xwesteka bo petrola Kurdistanê li parzemîna Asyayê zêdetir dibe.