Aborî
Çîn û Amerîka dest bi hevdîtinên bazirganî kirin
PeyamaKurd- Hevdîtinên navbera Amerîka û Çînê yên bo bazirganiyê li payîtexta Çînê Pekînê destpêkirin. Ajansa xeberan ya Çînê Şinhua ragihand ku hevdîtinên bazirganî di navbera heyetên her dû dewletan de destpêkirine. Heyeta Amerîka di bin serokatiya wezîrê xezînê Steven Mnuchin û temsîlkarê bazirganî Robert Lighthizer de û heyeta Çînê di bin serokatiya cîgirê serokwezîr Liu Hi de tevlî civînan dibin.
Civîn heya sibê dê dewam bike ku sibê roja dawiyê ya 90 rojaye ku her dû dewlet wext dabûn hev. Vê carê Çîn bo vê civînê bi hêviye.