Aborî
Fabrîka Fordê li Îspanya 1.100 karkeran ji kar derdixe
PeyamaKurd – Fabrîka Fordê ya Îspanyayê ya li bajarê Valenciayê ragihand ku 1.100 karkerên xwe ji kar derdixe. Ev jimara dike %18 ê hêza karkeran ya di fabrîkê de. Ford, fabrika Amerîkaye û li gelek welatên dinyayê bi sedema erzaniya karmendî û avahiyên bingehîn fabrîke ava kiriye.
Şîrketa Fordê ragihand ku wan agahiyan bi sendîkayan re parvekiriye û sedema derxistina karkeran perçeyekî ji ber hilberîna li pey heve.
Şîrket berê jî ragihandibû ku wê di fabrîkê de modelên S-Max û Galaxy di meha nîsanê de ji hilberînê rake. Niha di fabrîka li Îspanya de 6 hezar kes dixebitin.