TR KU SO
FB X
Aborî

Fed, siyaseta faîza xwe neguhert û di navbera 5,25-5,50an de parast

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 14 berfanbar 2023 04:06

PeyamaKurd – Banka Navendî ya Amerîkayê FED faîza xwe neguhert û di navbera 5,25-5,50an de, di asta herî bilind ya 22 salên dawiyê de hişt. Ji sala 2001an heya niha faîza FEDê ya herî bilinde.

FEDê ragihand ku biryara faîzê bi yek dengî dane. Her weha ji serê salê heya niha îstîhdama li Amerîkayê gelek kêm e. Enflasyona li Amerîkayê di temamê salê de hêdî bûye lê seyra xwe ya bilind didomîne.

Li gor ekonomîstên dinyayê, di sala pêşiya me de FED dikare faîzên xwe daxîne.

Parve bike: