TR KU SO
FB X
Aborî

Gana, bû yekem hilberînerê zêr yê Afrîkayê

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 13 hezîran 2023 03:26

PeyamaKurd – Serokê oda karsazên madenan yê dewleta Ganayê Joshua Mortoti ragihand ku bi xêra zêdebûna firotina zêr yê sala borî ku %32 zêde bû, Gana car din bû yekem hilberînerê zêr yê Afrîkayê. Li gor sala borî hilberîna zêr derket 3,7 milyon onsî.

Joshua Mortoti, di ragihandina xwe de got ku hilberîna sala 2022an ji bo şîrketên karsazên biçûk û orte gelek zêde bûye. Bi giştî hilberîna Ganayê 2 sal berê 2.8 milyon Ons bûye û sala borî ev miqdar gihaye 3,7 milyon Onsî an ku dike 105 ton.

Parve bike: