TR KU SO
FB X
Aborî

Ji Venezuelayê biryara petrolê bo Amerîkayê

Salih Turan
Nivîskar
📅 26 rêbendan 2019 19:35

PeyamaKurd – Serokdewletê Venezuelayê Nicolas Maduro ku serokê opazîsyonê li hember wî serokatiya xwe ragihandibû, piştî qutkirina pêwendiyên siyasî û dîpmlomatîk bi Amerîkayê re, li ser danûstandina bazirganiya petrolê bi Amerîkayê re daxuyanî da.

Nicolas Maduro di civîna rojnamevanî ya li Koşka Seroktiyê ya Mirafloresê de, got ku pêwendiyên wan ên digel Amerîkayê piralî ne û her çiqas wan pêwendiyên dîplomatîk û siyasî qut kirine jî dê karê bazirganî ya petrolê û berhemên din berdewam bike.

Parve bike: