Aborî
Li Londonê Konferansa projeyên Kerkûk û Mûsilê
PeyamaKurd – Li paytexta Brîtanya Londonê derbarê petrol û projeyên mezin ên veberhênana Kerkûk û Mûsilê de konferansek hat lidarxistin.
Parêzgarê nû yê Neynewayê di konferansê de diyar kir, ji bo ku Mûsil û Neynewa vegere rewşa xwe ya sala 2014an pêwîstî bi milyaran heye.
Di çarçoveyên panelên taybet bi Kekûk û Mûsilê de, Elî Saleyî ku berî niha Serokê Lijneya Neft û Gazê bû di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de, rewşa xirab a Kerkûkê anî ziman û nebûna yekdengiya Kurdan ji bo Kerkûkê rexne kir.
Di konferansê de kompaniyên avakirinê û nûnerên wan kêm beşdarî kirin û piraniya kompaniyên beşdar bûn, ji kerta neft û gazê bûn.