Tirkiye: Dolar û Euro, asta herî bilind dît!
PeyamaKurd- Dolarê ku duh danê êvarê dema ku bazara Tirkiyeyê girtî bû 22 lîre bû, vê sibehê derket 22.33an, di saetên nîvrojê de jî gihîşt asta 23.1441an.
Her wiha hat dîtin ku Ewro ji 24 lîreyan derbas bû. Pirsa ku dê tevgera di dowîzê de çawa bisekine û piştî hilbijartinan Wezîrê Aboriya Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek polîtîkayeke çawa bişopîne, daketina nirxê TL roj bi roj zêde dibe.
Dolarê ku şeva 6ê Hezîranê bi 21,67an lûtkeya xwe ya dîrokî dît, rekoreke nû hat. Dolarê ku di saetên ê sibehê de 22.33an de rabû û derket asta herî jor û kêlî bi kêlî ev rêje bilind dibe.
Ewroyê ku di saetên sibê de bû 24 TL, di saetên nîvrojê de gihîşt 24,8773 TLyî tê kirîn.
Serê sibeha 7ê Hezîrana 2023yan zêrê onsî bi 1964 dolarî, gramî zêrê 1400 lîreyî hat firotin û ew wî kêlî bi kêlî zêde dibin.