Analiz
Rawestê anketa 4 bajarên Kurdan eskere kir
PeyamaKurd - Kompaniya Rapirsiyan Rawestê ji bo hilbijartinên 31ê Adara 2019an ên herêmî, li bajarên Mêrdîn, Diyarbekir, Wan û Rihayê xebateke anketê encam da.
Li gor encamên rapirsiya Rawestê îhtimal heye, li 5 navçe û bajerekî Kurdan ku qeyûm hatine tayînkirin, AKP bi ser bikeve.
Li gor lêkolînê bi tevahî li wan 4 bajaran encam naguherin û dîsa wekî hilbijartinên 2014an dîsa HDP li pêş e û pêşbirka hilbijartinê jî di navbera AKP-HDPê de derbas dibe.
Rêveberên Rawestê didin zanîn ku piraniya hilbijêran biryara xwe daye, loma jî ya girîng destnîşankirina namzedan e ku dê bandorê li ser encamên hilbijartinan bike.
Herwiha li gor lêkolîna Rawestê li bajarên Kurdan hilbijêr bendewariya namzedên rast dikin ku cardin qeyûm nekevin şûna wan.