TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Bi besdariya Serok Barzanî Pêsengeha Pirtûkan a Zaxoyê tê vekirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 30 mijdar 2025 13:55

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, îro Yekşemê 30yê Mijdarê gihîşt îdareya serbixwe ya Zaxo û tê çaverêkirin beşdarî merasîma vekirina pêşangeha pirtûkan a Zaxoyê bibe.

Hate zanîn ku Serok Mesûd Barzanî bi armanca serdan û beşdarbûna çalakiya rewşenbîrî gihîştiye bajarê Zaxoyê ku wê îro pêşangeha pirtûkan jî bê vekirin.

Di pêşengeha pirtûkan a Zaxoyê hejmarek saziyên çap û weşanê bi navnîşanên cuda beşdar dibin.

Serok Barzanî doh jî serdana Bakurê Kurdistanê kiribû û li Cizîra Botan beşdarî Sempozyûma Melayê Cizirî bûbû ku ji aliyê Zanîngeha Şirnexê ve hatibû lidarxistin. Serok Barzanî li Cizîrê bi û şahî ji aliyê xelkê deverê ve hatibû pêşwazîkirin.

Parve bike: