Çand_û_Hûner
Çalakiya Keleha Zêrzevan a Navnetewî ya 2021ê birêve çû
PeyamaKurd – Çalakiya çavdêriya asman a li Keleha Zêrzevan a Navnetewî ya 2021ê hat lidarxistin.
Keleha Zêrzevan a li navçeya Çinar a bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê, xwedî dîroka 3 hezar salan e û di serdema împeretoriya Romayê de, wekî devereke leşkerî hatiye bikaranîn.
Di çalakiya ku bi teleskopan çavdêriya asman ji ser Keleha Zêrzevanê tê kirin de, ji bilî geştiyarên biyanî û xelkê herêmê jî eleqeyeke mezin nîşan dide.
Di bernameya çalakiyan de, atolyeyên zarokan ên lîstik û jêhatîbûnê jî hatin kirin û zarokan firoke firandin.
Piştî xwarina şîvê jî beşdarên bernameyê ligel pisporan bi teleskopan ji ser Keleha Zêrzevanê çavdêriya asman kirin.