Ciwan Haco bertek nîsanî Mardînî da: Eybek e mezin e
PeyamaKurd - Hunermendê Kurd Ciwan Haco li ser strana wî ya ‘Nesrînê’ ku bê destûr û navdanê di albuma Berdan Mardînî de cî girtibû axivî.
Haco bertek nîşanî Mardînî da û wiha got:
“Mixabin hem destûra min nestandiye hem jî li ser album û klibê anonîm nivîsandiye. Bi rastî ev eybeke mezin e. Qet ne ehlaqî ye ku her çiqas dizane strana min e û gotinên wê ji aliyê xwişka min Dilber ve hatiye nivîsandin, anonîm binivîse. Ez tim vê dibêjim, her kes dikare stranên min bêyî guhertina gotin û muzîka min bixwîne.”
Haco bi rêya Rûdawê ji bo Hulya Avşar jî gotiye, hevaltiya wan berdewam dike û wekî hunermendeke cesûr ya dilê xwe dibêje û tim kurdbûna xwe jî tîne ziman.
Ciwan Haco dibêje, her çiqas wî xwestiye zarokên wî jî bibin hunermend, lê mixabin ew vê yekê naxwazin.