Çand_û_Hûner
Hejmara 5em a E-kovara Sînemaya Serbixwe hat wesandin
PeyamaKurd – Hejmara 5em a E-kovara Sînemaya Serbixwe hat weşandin. Berî niha bi 7 mehan kovarê hejmara 4em pêşkêşî xwendevanên sînemahez kiribû.
Kovara Sînemaya Serbixwe di vê hejmarê de jî nivîs û gotarên bi Kurmancî û Kirmanckî yên li ser sînemayê weşandiye.
Herr Mannelig, Dîlek Durgun, Mela Mihyedîn, Remezan Haydaroglû, Rûmet Med, Welat Ramînazad bi nivîs, gotar û hevpeyvînên xwe di kovarê de cih girtine. Herwiha di vê hejmarê de; nûçe, portre û naverokên sînemayê jî hene.
Ji hevpevyînên vê hejmarê: Rûmet Onur Kaya ligel derhêner Hesen Demîrtaş hevpeyvînek kiriye. Demîrtaş qala xebatên xwe kiriye. Remezan Haydaroglu jî ligel edîtorê kovarê Rûmet Onur Kaya hevpevyîn kiriye.