TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Hunermend Delîl Dîlanar, pistî 27 salan diçe Bakurê Kurdistanê

Ruken güler
Nivîskar
📅 04 gulan 2022 19:28

PeyamaKurd-Hunermendê navdar ê Kurd Delîl Dîlanar, piştî 27 salan diçe Bakurê Kurdistanê. Hat ragihandin ku Delîl Dîlanar dê 3 konsertan li bakur, konsertekê jî li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê bide.

Delîl Dîlanar ê ku xwedî li mîrateya dengbêjiya Kurd derdikeve û vê mîrateyê di qada hunerî de hem li welêt hem li cîhanê dide naskirin, piştî 27 salan li bajarên Bakurê Kurdistanê konsertan dide. Hat ragihandin Delîl Dîlanar, amadekariyan dike ku cara yekemîn li Diyarbekir, Mêrdîn, Riha û Stenbolê konsertan bide.

Bernameya konsertên Delîl Dîlanar wiha ye:

13ê  Gulanê Diyarbekir – Navenda Kongre û Çandê ya Sezai Karakoç

14ê  Gulanê Mêrdîn – Êwana Kongreyê ya Cemal Yay a Yay Grand Hotel

15ê Gulanê Riha – Navenda Çandê ya li City Mall a Rihayê

28ê Gulan Stenbol - Navenda Nimayişê ya Bostanciyê

Parve bike: