Zanîngeha Kerkûkê xelata ‘Oscara Xwendina Bilind’ wergirt
PeyamaKurd - Zanîngeha Kerkûkê li hember wergirtina xwendevanên zanîngehên din ên ji ber şer koçber bûne xelata baştirîn zanîngeha Asyayê ya 2019ê wergirt.
Kovara Times a taybet bi xwendina bilind ku li Londonê tê weşandin lîsteya baştirîn zanîngehên parzemîna Asyayê bo sala 2019an eşkere kir ku navê wê “Oscara Xwendina Bilind” e û di nava wê lîsteyê de 5 zanîngeh di 5 warên cuda de hatine hilbijartin.
Kovara Times ragihand, Zanîngeha Kerkûkê xelata bi warê “Piştevaniya Xwendevanan” wergirtiye û ew jî ji ber wergirtina bi dehan xwendevanên zanîngehên dinyên Iraqê ku ji ber şerê DAIŞê koçber bûne.