TR KU SO
FB X
Cîhan

12 polîs hatin kustin, 7 jî birîndar bûn

Hevi Turan
Nivîskar
📅 26 nîsan 2021 23:43

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Afganistanê di encama 2 êrîşên cuda yên Talîbanê de, 12 polîsên Afgan hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Rayedarên wîlayeta Logarê ragihandine ku di kemîneke Talîbanê ya li navçeya Mohammed Aga de, 7 polîs hatine kuştin û 3 polîs jî birîndar bûne.

Herwiha li wîlayeta Qendeharê jî di encama êrîşeke xwekujî de, 5 polîs hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Fermandarê hêzên hevpeymana NATO û Amerîkayê Austin Miller, doh ragihandibû ku wan bi fermî dest bi vekişîna ji Afganistanê kiriye.

Parve bike: