TR KU SO
FB X
Cîhan

135 çete di operasyonekê de hatin kustin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 24 gulan 2020 14:32

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Berevaniya Nijeryayê John Eneche, ji medyayê re ragihand ku artêşê li eyaletên Zamafara û Katsina rojên Çarşem û Pêncşemê operasyon li dijî çeteyên ku êrîşî cotkar û gundiyan dikin li dar xistiye.

Hat ragihandin ku di operasyonan de 135 çete hatine kuştin û hejmarek zêde jî bi birîndarî hatine desteserkirin.

Hêjayî gotinê ye, di çar salên dawiyê de di navbera êlên ajalvaniyê dikin de şerê dijwar rû didin û bi hezaran kes têne kuştin ku çete êrîşî gundî û cotkaran dikin û dest datînin ser zevî û ajalên wan.

Parve bike: