Cîhan
2.9 milyon penaberên Ukraynayî derbasî Polonyayê bûn
PeyamaKurd-Parêzvanên Sînorê Polonyayê ragihand ku ji destpêka şerê Rûsya û Ukraynayê bi vir ve 2 milyon û 935 penaber derbasî Polonyayê bûne.
Şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê ji 24ê Sibatê ve bê navber berdewam dike. Xelkê Ukraynayê ku neçarî penaberiyê bû, li welatê derdora Ukraynayê û welatê cîran bi cih dibin. Li gorî daneyên ku Parêzvanên Sînorê Polonyayê; ji 24ê Sibatê heta niha 2 milyon û 935 penaber derbasî polonyayê bûne. Hat zanîn ku 22yê Nîsanê de 17 hezar û 700 penaber, di 23yê Nîsanê de jî 15 hezar û 100 penaber ketine nav sînorên Polonyayê.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di hefteya dawîn de hejmara hatina penaberan kêm bûye.