Cîhan
2 leskerên Fransayê hatin kustin, 3 jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bakurê welatê Maliyê 2 leşlerên hêza Berxan a Fransî di teqîna mayinekê de hatin kuştin.
Serokatiya Fransayê bi daxuyaniyekê ragihand, her du leşker li herêma Tîsalît hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, beriya niha soza xurtkirina rêkarên ewlehiyê ji bo parastina welatiyên Fransî yên li perava Afrîkayê dabû, bi taybet jî piştî kuştina 6 karmendên hawarçûnê li welatê Nîjerê.