Cîhan
3 kes bo salvegera damezrandina AKP ê nehatin dawetkirin
PeyamaKurd- Bo 18 emîn salvegera damezrandina AKP ê ku dê roja înê bê pîrozkirin, serokkomarê berê Abdullah Gül, cîgirê serokwezîr ê berê Ali Babacan û serokwezîrê berê Ahmet Davutoğlu nehatin dawetkirin. Li ser mijara 3 kesên ku bo salvegerê nehatine dawetkirin, cîgirê serokê AKP ê Mahir Ünal weha got:
“Em plan dikin di nav malbatê de pîrozbahiyê bikin. Em ew kesên ku xwe ji malbatê hîsdikin, dawetî pîrozbahiyê dikin.”
Di pîrozbahiya salvegerê de, serokkomar Tayip Erdoğan dê axaftinekî bike.