TR KU SO
FB X
Cîhan

600 leskerên Fransayê bi vîrusa korona ketin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 05 nîsan 2020 23:39

PeyamaKurd - Wezîra Bergiriya Fransayê Florence Parly di civîneke rojnemevanî de eşkere kir ku 600 leşkerên Frasanyê tûşî vîrusa korona bûne.

Florence Parlyê da xuyakirin ku ew ji nêzîk ve rewşê dişopînin û wê leşkerên wan werin tedawîkirin û ew nahêlin bi ti awayî vîrusa korona bandoreke xirab li ser welatê wan bike.

Li gorî amarên dawî li Fransayê 64 hezar û 338 kes bi vîrusa koronayê ketine û 6 hezar û 507 kesan jî bi wê nexweşînê can daye.

Parve bike: