Cîhan
Abdullah Gül Davutoglu pîroz kir
PeyamaKurd- Bi sedema damezrandina partiya bi navê “Gelecek Partisi” ku ji aliyê serokwezîrê berê Ahmet Davutoğlu de hat avakirin, serokkomarê berê Abdullah Gül û serokê CHP ê Kemal Kılıçdaroğlu bi rêya telefonê pîrozbahiya xwe ragihandin.
Pîrozbahiya ewilî ji aliyê Abdullah Gül de hat kirin. Nûçeya pîrozkirinê ji aliyê medya civakî ya “Gelek Partisi” de hat ragihandin.