AFAD ragihand: “Herêma Ege weka landikê (dergûsê) diheje”
PeyamaKurd – Rêxistina AFAD ê ku ya felaketên lezgîne û bi ser wezareta karên hundir ya Tirkiyê ve ye li ser erdheja Îzmîrê ku duhî siet di 14.51 an de li navçe ya Seferîhîsara Îzmîrê bi pileya 6.6 û di bin erdê de bi 16.54 km yan de çêbû, ragihand ku ji duhî heya niha 33 erdhejên bi dereceya di ser 4.0 an de çêbûne û bi temamî 410 erdhejên li pey ya mezin çêbûne.
Di 18 apartmanan de xebata rizgarkirinê hatiye kirin û di 9 ji wan de xebat temam bûye. Di 8 apartmanên mayî de xebat dewam dike. Bo lêgerîn û rizgarkirinê li herêmê ji AFAD ê, şaredariyê, JAK ê û rêxistinên sîvîl bi temamî 4.419 xebatkarên rizgarkirinê, 20 seyên rizgarkirinê û 475 alav hatine wezîfedarkirin.
Li wan bajar û navçeyên ku ketine bin bandora erdheja Îzmîrê, lêgerîn û kontrola sehayan dewam dike. Ji hewayê jendirme, asayiş û artêş bi helîkopteran dîmenan dikşîne û radestê navenda masa krîzê dike. Bi 7 balafirên kargoyê yên serokerkaniyê sewqiyata personel û alavan têkirin.
Bo pêdiviya xelkê AFAD ê 960 çadir, 6 çadirên ku bi armanca giştî tên bikaranîn, 4.500 battaniye, 3.674 nivîn, 3.000 balgîv, 3.000 setên çarşefan, ji aliyê Kızılayê de 2.049 çadir, 51 çadirên bi armanca giştî tên bikaranîn, 6.888 nivîn, 16.050 battaniye û 2.657 setên metbexê bo deverê hatine şandin. Kızılayê 112 xebatkar,137 kesên xwebexş, 27 alav, 5 metbexên seyyar, 64.345 malzeme yên xwarin û vexwarinê bo deverê şandiye.
Bo tesbîta xesarê wezareta hawirdoriyê û bajarvaniyê 325 xebatkar û wezareta Zîraî û Daristanê 95 kesan wezîfedar kiriye da li herêmê tesbîtên xesarê bikin. Bo herêmê psikolog û alavên tenduristiyê yên weka maske û alavên dezefenktanê hatine şandin.
Dewletê bo li herêmê xerc bikin 8 mîlyon lîreyê Tirkiyê şandiye.
AFAD beyan dike ku ti kes dê nekeve wan xaniyên ku bi zerara mezin hatine tesbîtkirin û ketina nav wav apartmana talûkeye. Ew apartmanên ku ji aliyê teknîkî de bi talûke hatine tesbîtkirin, ji xwe mohra teknîkê li ser wan e.