TR KU SO
FB X
Cîhan

Agir bi axwurê ket û 180 heywan bi sewatê mirin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 09 rêbendan 2024 02:00

PeyamaKurd – Li gundê Hîzanê ku navça bajarê Bedlîsê ye, yê bi navê Çökekyazıyê agir bi axwurê ket û di encamê de 180 ajal bi şewatê telef bûn. Axwur nema bikêr tê.

Dem agir bi axwurê ket, di axwurê de 210 heywan hebûn lê xelk û têmên îtfaiyê karibûn 30 heywanan rizgar bikin. Gundî û îtfaiye bi hevre agirê axwurê jî vemirandin.

Parve bike: