Agir bi bendergeha Bûsehr a Îranê ket: 3 kestî sewitîn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku agir bi bendergeha bajarê Bûşehr ê Îranê ketiye ku di encama wî agirî de 3 keştiyên li wir jî şewitî ne.
Li gorî nûçeya Reutersê dispêre medya Îranê, agirekî mezin bi bendergeha bajarê Bûşehr ê Îranê ketiye û sê keştiyên li bendergehê jî şewitîne.
Ajansa ÎRNA ya Îranê jî bi zarê Serokê Rêxistina Krîzan a Bûşehrê Cîhangîr Dehganaî ragihandiye ku agir bi hewzê avakirina keştiyan ketiye û hewldana bo kontrolkirina wî agirî berdewam dike.
Derbarê sedema pêketina wî agirî de ti zanyariyek nehatiye belavkirin. Lê belê li gorî hin çavkaniyan ew keştiyên şewitî ne gaza siruştî barkirî bûn ku li benda veguhestinê bûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev demek e bûyerên teqîn û agirên nediyar li gelek kargehên stratejîk ên Îranê çêdibin.