Cîhan
Agir bi dibistanê ket: 20 mirî û 80 birîndarên giran
PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Nîjerê li bajarê Maradê dibistanekî ku ji dar û kayê hatibû avakirin, agir pêket û di dibistanê de herî kêm 20 xwendevan mirin û 80 xwendevan bi giranî birîndar bûn.
Parêzgerê cîh Çaibo Abobacar ragihand ku li gor wextê Nîjerê; di şewatê de 3 pol bandorê dîtine, 20 xwendevan mirine û 80 xwendevan giran birîndar bûne.