Agirbesta Sûdanê 5 rojên din hat dirêjkirin!
PeyamaKurd – Erebîstana Siûdî û Amerîkayê ragihandin ku ji bo rawestandina şerê ku ji 15’ê Nîsanê û vir ve didome, li hev kirine ku agirbesta ku ji aliyê Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lez (HDK) ve hatiye îmzekirin, 5 rojên din dirêj bikin.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Xartûmê hat dayîn de ev daxuyanî hatin dayîn:
"Erebistana Siûdî û Amerîka pêşwaziya hêzên artêşa Sûdanê û HDKê dikin ku peymana agirbestê 5 rojên din dirêj bikin."
Hat diyarkirin ku biryara dirêjkirina agirbestê wê demê ji bo zêdekirina alîkariyên mirovî û xizmetên bingehîn û nîqaşkirina agirbesteke demdirêj bihêle.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku agirbesta di 20ê Gulanê de hat îmzekirin, her çendî bi temamî nehatibe bicihanîn jî, gihandina alîkariyên mirovî ji bo nêzî 1 milyon mirovên Sûdanî yên ku hewcedar in, misoger dike û wê xebatên mirovahî zêdetir bên kirin.