AKPê bangewaziyek li HDPê kir: Werin dîwarên…
PeyamaKurd – Parlamentarê AKPê yê Stenbolê û Cîgirê berê yê serokê giştî yê AKPê Numan Kurtulmuş di bernameyeke partiya xwe ya li bajarê Balikesirê de bangewazî li HDPê kir.
Kurtulmuş bang li HDPê kir û got, “Madem hûn siyasetê dikin, madem hûn ji gelê vî miletî dengan dixwazin, werin siyaseteke demokratîk bikin. Werin wekî HDP dîwarên ku ti kes nikare hilkişe di navbera xwe û PKKê de lê bikin.”
Kurtulmuş bêyî ku behsa destdanîna ser şaredariyên HDPê yên Wan, Diyarbekir û Mêrdînê bike, xwedîtî li dayikên ku li ber avahiya HDPê ya Diyarbekirê nobetê digirin kir û got, ji bo zarokên wan bên dîtin bikevin nav hewldanê.
Li ser piştgiriya Amerîka û welatên Ewropî bo hêzên Rojavayê Kurdistanê jî Kurtulmuş diyar kir, “Xwedêgiravî hevpeymanên me her cure piştgiriyê didin vê rêxistina dijminê canê me.”