TR KU SO
FB X
Cîhan

Aliyev û Pasinyan, dê li Brukselê bicivin

Ruken güler
Nivîskar
📅 13 tîrmeh 2023 18:30

PeyamaKurd- Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşinyan diyar kir ku ew ê di 15ê Tîrmehê de li Brukselê bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel re bicivin.

Paşinyan, di Civîna Lijneya Wezîran de daxuyanî da û diyar kir ku ew ê di 15ê Tîrmehê de li Brukselê bi Aliyev û Michel re hevdîtineke sêalî bikin.

Her wiha hat diyarkirin ku di hevdîtina ku tê payîn de hêvî ew e ku di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de peymana aştiyê were destnîşankirin û pêwendî werin pêşvebirin.

Di 14ê Gulanê de li Brukselê û di çarçoveya Lûtkeya Civaka Siyasî ya Ewropayê (AST) de ku di 1ê Hezîranê de li Moldovayê hat lidarxistin de Aliyev, Paşinyan û Michel di civîneke sê alî de hatibûn cem hev.

Michel diyar kiribû ku wan hemû mijarên wekî peymana aştiyê, veguheztin, ewlehî û lêkolînên xêzkirina sînoran nirxand û da zanîn ku civîna bê ya ku dê serokên Azerbaycan û Ermenîstanê li hev bicivîne dê di meha tîrmehê de li Brukselê were lidarxistin.

Parve bike: