Cîhan
Almanya sînorên xwe pêngav bi pêngav vedike
PeyamaKurd- Serokwezîra Almanya Angela Merkel ragihand ku bi sedema kovid-19 ê sînorên xwe yên ku girtibû, wê pêngav bi pêgav heya 15 ê hezîranê veke. Merkel bi sedema vekirina sînoran bi serokê Fransayê Macron û bi serokwezîrê Awûstûryayê bi Kurz re axifî. Merkel her weha behsa tedbîran kir ku divê tedbîr ji dest neyên berdan.
Vekirina sînoran di dawiya hefteyê de dê destpêbike û heya 15 ê hezîranê biqede.