Almanyayê hisyarî da: Neçin Tirkiyê hûnê bên girtin
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Almanyayê hişyarî da hemwelatiyên xwe ku serdana hin bajarên Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê nekin û herwiha îhtimal heye bi hincetên propagandaya terorê û heqareta li serokomar werin binçavkirin.
Wezareta Derve ya Almanyayê di daxuyaniya xwe de got ku xetên mobil û înternetê li Tirkiyê di bin kontrolê de ne û hişyarî da welatiyên xwe ku di serdana Tirkiyê de ji ber hin parvekirinan dibe ku werin binçavkirin.
Herwiha hat diyarkirin ku li Tirkiye bi tometa heqerata li Serokomarê Tirkiyê û endamtî û propagandaya terorê, îhtimal e bi salan werin girtin û loma jî neçin Tirkiyê.
Almanya navê bajarên Bakurê Kurdistanê yên wekî Diyarbekir, Mêrdîn, Şirnex, Batman, Sêrt û Colemergê jî dide û dibêje, ji ber operasyonan û şer û pevçûnan serdana wan deran nekin.
Hêjayî gotinê ye, tenê di meha Cotmeha borî de 19 hemwelatiyên Almanyayê li Tirkiyê hatine girtin.