TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka bi nirxê 268 milyon dolaran alavên leskerî dide Yûnanistanê

Hevi Turan
Nivîskar
📅 18 adar 2023 19:07

PeyamaKurd – Di navbera Amerîka û Yûnanistanê de, ji bo firotina wesayîtên zirxî û alavên leşkerî peymaneke bi 268 milyon dolaran hat îmzekirin.

Li gorî peymanê wê Amerîka, bi nirxê 268 milyon dolaran 76 wesayîtên zirxî yên cûreya AAV-7A1 û alavên leşkerî bifiroşe Yûnanistanê.

Herwiha di çarçoveya peymanê de, wê Yûnanistan bikare gelek alavên din ên leşkerî yên tivingên otomatîk û bombeavêjan jî bistîne.

Hat ragihandin ku hikûmeta Amerîkayê ev biryar ji bo bihêzkirina ewlekariya hevpeymana NATO Yûnanistanê û îstiqrara Ewropayê daye û dê ev hevkarî di rojên pêş de were bipêşxistin.

Parve bike: