TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka car din Tirkiyê bo S-400an tehdîd kir

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 30 gulan 2019 04:08

PeyamaKurd- Berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Morgan Ortagus got; eger Tirkiye ji Rûsyayê S-400an bikire û teslîm bistîne, dikare bi qanûna CAATSA re rû bi rû bimîne. CAATSA tê vateya qanûna dorpêçan ya bo dijberiya dijminên Amerîka.

Ortagus îro di civîna çapemeniyê de weha got:

“Em dixwazin bi Tirkiyê re hevkariyê bikin lê tevgera me neguhirî. Eger Tirkiye kirîna S-400an temam bike, divê tehemmula encamên neyînî bike. Ev; rawestandina firotina F-35ane bo Tirkiyê û di çarçoveya qanûna CAATSA de danîna dorpêçane bo ser Tirkiyê.”

Parve bike: