TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka: “Divê hûn bi Kurdan re li hev werin!”

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 25 cotmeh 2018 17:34

PeyamaKurd- Seroka CIAyê ji Tirkiyê xwest ku bi Kurdan re li hev werin û navbera xwe û PYDê jî baştir bikin.

Seroka CIAyê Gina Haspel pêr hatibû Tirkiyê. Di derbarê hatina Seroka CIAyê de nivîskarê Tirk Sabahattin Onkîbar nivîsek nivîsand û got ku Amerîkayê pênc tişt ji Tirkiyê xwestine. Şertên Amerîkayê ev in:

1.Divê Tirkiyê li gorî dorpêça li ser Îranê, tevbigere.

2.Divê Tirkiye bi Kurdan re levhatineke nû çêbike û li Rojavayê Kurdistanê xwe hinekî nêzîkî PYDê bike.

3.Divê Tirkiye li Sûriyê bi Îran û Rûsyayê re nemeşe.

4.Divê Tirkiye careke dî projeya S-400an di ber çavan re derbas bike.

5.Mehkûmên welatiyên Amerîkayê divê werin berdan.

Parve bike: