TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka: Em li ser rewsa mirovî radiwestin

Ruken güler
Nivîskar
📅 04 cotmeh 2023 18:00

PeyamaKurd- Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Koşka Spî John Kirby diyar kir ku wan di destpêkê de ji bo niştecihên berê yên Qerebaxê yên ku koçî Ermenîstanê kirine 11 milyon dolar alîkariya mirovî kiriye.

John Kirby agahiya ku tîmeke ji Amerîkayê jî ji bo organîzekirina alîkariyê li herêmê bi cih bûye parve kir û wiha got:

“Ji ber vê yekê em li ser rewşa mirovî gelek disekinin û ji bo sivikkirina mexdûriyetê çi ji destê me tê, em dikin. Di heman demê de em teşwîq dikin ku Azerbaycan sozên xwe bi cih bîne.”

Her wiha Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Vedant Patel jî li ser pêwîstiya "mîsyoneke çavdêriya navneteweyî ya demdirêj û serbixwe" ya ji bo Qerebaxê axivî û got: "Li Qerebaxê muameleya xerab li sivîlan nehatiye kirin, çandinî, sewalkarî û binesaziyê zirar nedîtiye.”

Parve bike: