Amerîka fîloya Gerald R. Ford dê bişîne Rojhilata Navîn
PeyamaKurd – Rojnameya “New York Times (NYT)” ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) biryar daye ku keştiya balafirhilgir a "USS Gerald R. Ford" û keştiyên pê re ji Karayîban dê ber bi Rojhilata Navîn ve bi rê bixe.
Li gorî raportê, ev liv û tevger wekî gava nû ya Washingtonê ya ji bo "êrîşeke mihtemel a li ser Îranê" tê nirxandin.
Çar berpirsên hikûmetê ji rojnameyê re piştrast kir ku "biryar hatiye dayîn" da ku ev fîloya mezin tev li fîloya "USS Abraham Lincoln" bibe ku niha li herêmê di amadebaşiyê de ye.
Hat diyarkirin ku ev hêza deryayî "heta dawiya Nîsanê an destpêka Gulanê" li herêmê dimîne û venagere benderên xwe yên li Amerîkayê. Ev kombûna leşkerî nîşana wê yekê ye ku rêveberiya Donald Trump amadekariya operasyoneke berfireh dike.