Amerîka hevdîtina Erdogan û Hamas bi tundî sermezar kir
PeyamaKurd – Ji ber hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Buroya Sîyasî ya Hamas Îsmaîl Hanîye re pêk anî, Amerîka, Tirkiye û şandeya bi wî re bi tundî rexne kir.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus diyar kir, Hamas di lîsteya terorê ya Amerîka û di ya Yekîtiya Ewropa (YE) de ye û da zanîn, du kesên serdana Erdogan kirine di lîsteya ‘’terorîstên cîhanî yên taybet’’ de ne.
Oratagus destnîşan kir, ‘‘Danûstandina Serokomar Erdogan ya bi wê rêxistina terorîst re, wê bibe sedema Tirkiye di civaka navneteweyî de bi tenê bimîne û ew ê zararê bide berjewendiyên gelê Fîlîstînê.’’
Ortagus bal kişand, Erdogan îsal du caran bi rêberên Hamasê re kom bûye, ku hevdîtina wan a pêşî jî di meha Sibatê de pêk hatibû.
Erdogan û Hanîye di 22’yê Tebaxê de li Stenbolê kom bûbûn.
Hamas, ku rêveberiya Gaza di bin kontrola wê de ye, bo Amerîka ji 1997’an vir ve ‘’rêxistineke terorîst’’ e.