TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka ji bo Îranê hezar leskerên din disîne Rojhilata Navîn

Hevi Turan
Nivîskar
📅 18 hezîran 2019 19:46

PeyamaKurd - Wezîrê Berevanîya Amerîka yê Wekaletî Patrick Shanahan ragihand ku ewê 1000 leşkerên din bişînin Rojhilata Navîn.

Shanahan bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku hêza nû dê dijî gefên Îranê û bo berevanîya leşkerên li herêmê were şandin û got, “Bo ewlekarîya leşkerên me yên li herêmê û herwiha bo parastina berjewendîyên me yên neteweyî me biryareke wisa da.”

Shanahan di daxuyanîyê de dîyar kir ku armanca Amerîka ne pevçûneke bi Îranê re ye û li ser devera bicihkirina leşkerên Amerîkî agahî nedan.

Pentagonê jî berî daxuyaniya Shanahan bi hin wêneyên nû îdia kir ku tilîya Îranê di êrîşa li Kendava Umanê de heye ku Îran wan îdiayan red dike.

Parve bike: