TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka: Me serokê komeke girêdayî El Qaîdeyê li Sûriyê kust!

Leyla Denli
Nivîskar
📅 24 tebax 2024 14:30

PeyamaKurd – Artêşa Amerîkayê ragihand ku di êrîşeke doh Înê de li Sûriyê (gundê Bare li başûrê Idlibê) serkirdeyekî pilebilind ê rêxistina El Qaîde kuştiye.

Di daxuyaniya li ser Facebookê ya ku ji aliyê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku di êrîşê de Ebû Ebdulrehman El-Mekkî ku yek ji lîderên payebilind ên rêxistina Hurras El-Dîn a girêdayî El Qaîdeyê ye, hatiye kirin.

"CENTCOM bi biryar e ku bi berdewamî terorîstên ku gefê li Dewletên Yekbûyî, hevalbendên wê, hevkar û aramiya herêmî di qada berpirsiyariya fermandariyê de dixwin têk bibe."

 
Parve bike: