TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka ragihand ku li Sûriyê serokekî DEASê girtine

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 26 îlon 2023 02:13

PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendî (CENTCOM) ya Amerîkayê ragihand ku li bakûrê Sûriyê di operasyona ser DEAŞê de di asta bilind de serokekî DEAŞê yê bi navê Ebû Xelîl el-Fadanî girtine.

Amerîka operasyona xwe di 23ê Êlûnê de bi desteka helîkopteran kiriye û di operasyonê de zerar negihaye sîvîlan. Berdevkê CENTCOMê yarbay Troy Garlock, di mijara operasyonê de weha got:

“Ji bo girtina kesên weka El Fadanî şiyanên me yên girtina DEAŞiyan, tesbîta wan ya di seha şer de, hedef û dûrkirina wan ji terefê me de, zêdetir dike. CENTCOM ji bo têkbirina DEAŞê ya mayînde, bi bi tundî karê xwe dewam dike”

Parve bike: