TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka û Çînê li konferansa COP26ê peymana hevkariyê girêdan

Hevi Turan
Nivîskar
📅 12 mijdar 2021 00:43

PeyamaKurd – Rêveberiyên Amerîka û Çînê ragihandin ku wan ji bo xurtkirina hevkariyê li ser krîza avhewayê li hev kiriye.

Amerîka û Çîn ku di nav welatên ku herî zêde gaza karbondîoksîtê li cîhanê belav dikin de ne, di Civîna avhewayê ya COP26 a li Glasgowê de ragihandin ku ji bo têkoşîna li dijî guherîna avhewayê di mijara xurtkirina hevkariyê de li hev kirine.

Her du welatan soz dane ku di têkoşîna li dijî guherîna avhewayê de, wek kêmkirina emîsyonên metanê, parastina daristanan, dûrxistina bikaranîna komirê, hevkariya xwe zêdetir bikin.

Herwiha her du welatan ji bo gihîştina armanca Peymana Parîsê ya sînordarkirina pileya germahiyê ya 1,5 jî bi girîngî binav kirin.

Peymana navbera Çîn û Amerîkayê ji aliyê balyozê avhewayê yê Amerîka John Kerry û hevkarê wî yê Çînê Xie Zhenhua ve di konferansa avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP26) ya li Skoçyayê de hat eşkere kirin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî bi peyamekê kêfxweşiya xwe ji bo wê lihevkirinê anî ziman.

Parve bike: