Cîhan
Amerîka û Japonya wê li ser çend mijaran hevkariyê bikin
PeyamaKurd – Wezîra Xezîneya Amerîkayê Janet Yellen û Wezîrê Darayî yê Japonya Suzuki Şuniçi, li paytexta Japonya Tokyoyê civîyan û ragihandin ku wê Amerîka û Japonya li ser çend mijaran hevkariyê bike.
Li gorî daxuyaniya piştî hevdîtinê biryar hatiye dayîn ku Amerîka û Japonya di warên; şerê Ukrayna, ewlehiya xurekê û bazirganiya serbest hevkariyê bikin.
Herwiha hatiye driyarkirin ku wê herdu welat li hember krîzên gerdunî jî têkoşîna hevpar bidin.