TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîkayê bersiva gefên Serokomarê Îranê da: Ewlehiya Îsraîlê mijareke pîroz e!

Hevi Turan
Nivîskar
📅 20 nîsan 2022 00:01

PeyamaKurd – Piştî gefên doh 18ê Nîsanê yên Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî yên bo lêdana Tel Avîv û Îsraîlê, ji Amerîkayê daxuyanî hat.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di civîneke rojnamevanî de bersiva da pirsa gefên Reîsî bo Îsraîlê û got, ewlehiya Îsraîlê ji bo Amerîkayê mijareke pîroz e û Amerîka digel Îsraîl û hevpeymanên xwe li dijî Supaya Pasdarên Îranê çi pêwîst be wê bike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha rejîma Îranê jî wekî “mezintirîn piştevanê terorîzma li cîhanê” bi nav kir.

Parve bike: