TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîkayê bi tevahî firînên IHAyan rawestandin!

Leyla Denli
Nivîskar
📅 21 nîsan 2023 12:28

PeyamaKurd – Washingtonê ji ber bûyera ku di 14ê Adarê de li esmanên Behra Reş qewimî, İHA yên li herêmê bi temamî rawestand.

Li gorî nûçeya ku li ser daneyên Flightradar24ê hatiye belavkirin, Amerîkayê nêzî mehekê ye balafirên xwe yên bêmirov ên stratejîk ên bi tîpa Global Hawk neşandiye esmanê Behra Reş.

Amerîkayê di 21ê Adarê de balafira xwe ya dawî ya drone ya stratejîk li ser behra Spî ya li nêzî Kirimê pêk anî û ji wê demê ve balafirên bê mirov ên Amerîkî li Sîcîlyayê careke din neketin qada hewayî ya li Derya Spî. Balafirên bêmirov tenê li qada hewayî ya Romanyayê hatin dîtin, ku 400 kîlometre dûrî Kirimê ye.

Ji roja ku Rûsyayê dest bi operasyonên leşkerî yên taybet li Ukraynayê kiriye heta wê rojê, Amerîka her meh li ser esmanê Deryaya Reş bi navencî 8-10 geştan pêk tîne.

 
Parve bike: