Cîhan
Amerîkayê biryara cezayên ser Esed pesend kir
PeyamaKurd – Senatoya Amerîkayê îro 18ê Kanûnê biryara dorpêçên ser rejîma Beşar Esed a Sûriyê pesend kir.
Li gorî biryara Senatoya Amerîkayê wê hemû kes û saziyên, piştgiriya rejîma Esed, Îran û Rûsyayê dikin werin cezakirin.
Herwiha li gorî biryara dorpêçan, wê şirket û kesên li ser navê Rûsya û Îranê bi hikûma Sûriyê re kar dikin û danûstandina pereyên zêde dikin jî werin cezakirin.