Cîhan
Amerîkayê hisyarî da hemwelatiyên xwe yên li Iraqê
PeyamaKurd - Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê hişyarî da hemwelatiyên xweyên li Iraqê û xwest, xwe dûrî herêmên xwepêşandanan bikin.
Di daxuyaniya îro Duşemê ya Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê de, hatiye gotin ku tê çaverêkirin di rojên 11- 12 û 13ê mehê de, li Bexdayê xwepêşandanên mezin birêve biçin.
Herwiha hatiye gotin, dê xwepêşandan li bajarê Necefê jî pêk werin û divê hemwelatî xwe ji wan xwepêşandanan biparêzin.
Balyozxaneya Amerîkayê dibêje, hemwelatiyên Amerîkî yên li Iraqê dikarin karûbarên xwe li Konsolxaneya Amerîka ya li Hewlêrê bicih werînin.